Li Iraqê 48 kesên din bi Coronayê ketin

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, di 24 saetên dawî de 48 rewşên nû bi vîrûsa Coronayê ketine hatin tomarkirin û yek jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da.

 Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê daneyên dawî yên têkildarî vîrusa Coronayê bi daxuyaniyekê parve kir.

Wezaretê diyar kir  ku di 24 saetên dawî de 48 kesên din bi nexweşiya vîrusa Coronayê ketine, welatiyek jiyana xwe ji dest daye û 50 nexweş jî baş bûne.

Heya niha li Iraqê bi giştî hezar û 482 kes bi Coronayê ketine, ji wan 81 kesî jiyana xwe ji dest daye û 906 jî baş bûne.

Back to top button