Ji ber Coronayê 126 kesên din li Tirkiyeyê mirin

Li gor rayedarên Tirk, di nav 24 saetan de 4 hezar û 353 kesî bi nexweşiya vîrûsa Coronayê ketine û 126 kes jî ji ber nexweşiyê mirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên têkildarî vîrusa Coronayê ragihand.

Fahrettîn Koca got di 24 saetên dawî de 126 kes ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dane û 4 hezar û 353 kes jî bi cîrûsê ketine.

Tevî daneyên dawî li Tirkiyeyê bigiştî heta niha  nêzî 79 hezar kesî b vîrûsê ketine, hezar û 769 kes jî mirine.

Back to top button