Duran Kalkan: Eger şerek rû bide berpirsiyar ne PKK ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan li ser sewqiyeta leşkerî û çekên giran ya li Zînî Wertê hişyarî da PDK’ê û diyar kir ev hewldan sedema şer e.

Kalkan diyarkir ku ev planeke bi piştgiriya Amerîka û dewleta Tirk pêktê û ewlekariya Qendîlê ji holê radike.

Wê PKK vê yekê qebûl neke, eger pevçûnek rû bide jî divê bêzanîn sedema wê em nînin.

Hewildanê PDK’ê ji bo dorpêçkirina Qendîlê rastî nerazîbûn û bertekan tê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan sewqiyeta leşkerî ya PDK’ê a ji bo Qendîlê ji bernameya Ulkeden Gundem a Medya Haber tv’yê re nirxand.

Kalkan diyar kir PDK di sala 2019’an de jî hewl da, bi heman şêwazê li herêma Biradost û Xinere baregehên xwe çêbike, lê piştî hişyarî û helwesta gel a ku serwer bûye gav paşve avît.

Kalkan dazanîn ku PDK niha carekek din bi heman şêwazê bi piştgiriya dewleta Tirk li Zînî Wertê dixwaze baregeh çêbike plana êrişê bixin meryetê.

Duran Kalkan: Wê PKK mîsoger ji bo ewlehiya qendîlê şer bike

Duran Kalkan destnîşan kir ku ev rewş wê ewlekariya Qendîlê têk bibe û ji ber vê jî hişyarî da PDK’ê û got:

“Baregeh li Wertê çêkirin sedema şer e, PKK vê yekê qebûl nake, wê mîsoger şer bike, bila gelê me bizanibe sedema şer ne emin”

Duran Kalkan: Ev plana dagirkeriyê bi

Duran Kalkan diyar kir ew hêvî dikin hîn PDK di destpêka rêde ye, dest ji vê hewldanê berde û dazanîn ev planane hemû bi arestekirina Amerîka û dewleta Tirk pêktên.

Back to top button