Hunermendên Kurdistanê: Bang li aliyên siyasî kir ku li dijî şerê planên dagîrkeriyê rawestin

Li Başûrê Kurdistanê 112 hunermedan bang li aliyên siyasî kir ku li dijî planên dagîrkeriyê rawestin û bi giyanê niştîmanperwerî û gelparêziyê tev bigerin

Der barê rewşa li Zînî Wertê de, 112 hunermendên Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar weşand û ji aliyên siyasî daxwaziya bidawîkirina aloziyê kir.

Hunermendan di daxuyaniyê de diyar kir ku dijminên Kurdan dixwazin bi vê tevliheviyê, şerekî navxweyî dest pê bike, da ku Kurd destkeftiyên xwe ji dest bidin.

Hunermendan her wiha da xuyakirin ku eger rê li vê plangeriyê neyê girtin, wê gelê Kurd rastî qirkirin, komkujî û cengeke mezin were.

Hunermendan bang li aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku nebin amûrên bicihanîna planên dijmin û dagîrkeran, li dijî rûdana şerê navxweyî rawestin û bi giyanê niştîmanperwerî û gelparêziyê tev bigerin.

Parlamenter û nivîskarên Başûrê Kurdistanê: Divê PDK nebe hevkarê planên dagirkeriya dewleta Tirk

Her wiha Endamê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Loqman Werdî û hiqûqnas Aram Hacî jî; hewildanên PDK’ê yên Zînî Wertê rexnekirin û bang kirin ku divê PDK nebe hevparê planên dagirkerên Kurdistanê.

Back to top button