Çeteyan ciwanek li Serê Kaniyê û yê din jî li Girê Spî kuştin

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî dawî lê nayên. Li Serê Kaniyê û Girê Spî jî heman kirin dewam dikin. Çeteya ciwanek li Serê Kaniyê û yê din jî li Girê Spî kuştin.

Her wiha çeteyan Dr. Mihemed Hec Hemed revandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirina li bakurê Sûrî, ragihand ku çeteyan ciwanê bi navê Emran El-Mena’i yê ji bajarê Bo Kemal ê Dêra Zorê, kuştin.

Li gor navendê, çeteyan Emran ji ber ku baceya li ser hatî ferzkirin nedaye, kuştine.

13’ê Sibatê jî çeteyan Ciwanê bi navê Salih El-Şiblî yê ji gundê Hewîca yê Girê Spî, di bin êşkenceyê de kuştin e.

Hat zanîn ku çeteyan ji malbata Salih 20 hezar Dolar xwestibûn, ji ber ku malbatê nikarî bida, Salih kuştin.

Çeteya Dr. Mihemed Hec Hemed revand

Navenda Belgekirinê her wiha diyar kir ku 16’ê Nîsanê çeteyan Dr. Mihemed Hec Hemed ji Serê Kaniyê revand û çarenûsa wî nediyar e.

Heta niha çarenûsa bi hezaran girtî ku di bin êşkenceyê de di girtîgehên dewleta Tirk û çeteyên wê de ne diyar in.

Back to top button