Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, anî ziman ku ji bo tenduristiya Rêber Ocalan civak bifikar e, divê demildest hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re bê kirin.
Mazlûm Dînç, da zanîn ku li Îmraliyê her roj binpêkirinên nû yên bêhiqûqî pêk tên û got:
“Li gorî qanûna înfazê, mafê hemû girtiyan heye ku hevdîtinê bi telefonê bi malbat û parêzerên xwe re çêbikin, lê belê Ocalan qet sûd ji vî mafî negirtiye.”
Dînç diyar kir ku ji bo fikarên çêbûne ji holê bên rakirin, divê demildest malbat û parêzer hevdîtina bi Rêber Ocalan re pêk bînin.
Parêzerê Rêber Ocalan derbarê daxuyaniya Wezîrê Dadê ya ku gotibû li 5 girtîgehan vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin fikarên xwe anî ziman.