Li parêzgeha Diyala ya Iraqê, 2 serbaz û 4 endamên asayîşê di teqînekê de birîndar bûn.
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku îro li parêzgeha Diyalayê 2 serbaz û 4 endamên asayîşê di operasyoneke lêgerîna çeteyan de birîndar bûn.
Şaneya Ragihandinê diyar kir ku yekîneyeke rêveberiya operasyonên Diyalayê, operasyoneke lêgerînê li herêma Xeylaniyê pêk anî û di dema lêgerînê de, di maleke mayînkirî de, ev birîndarî çêbûn.
Heta niha nehatiye tespîtkirin ku, bê ka ev mal ji aliyê kê ve hatiye mayînkirin