”Em rê nadin ku xwendekar ji xwendinê bê par bimînin”

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Nesrîn Şêx Geyad diyar kir ku wek qada perwerdeyê ew nahêlin xwendekar ji xwendinê bê par bimînin û ew hêvî dikin ku dema wane li ser qanala Rajava bên dayîn, malbat bi zarokên xwe re bibin alîkar.

Bi armanca parastina gel ji Vîrûsa corona Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giştî dibistan, peymangeh û zanîngeh girtin û biryara nederketina derve li herêmê ragihand.

Rêveberiya Xweser ji bo ku xwendekar bê xwendin nemînin biryar da ku hemû waneyên xwendekaran ji seratayî heta amadehî bên qeydkirin û li ser qanala Rojava bên weşandin.

Di çarçoveya qeyidkirina waneyan de li herêma Firatê nêzî du hefte ne Desteya Perwerdeyê amadekariyên xwe dike û di 12’ê Nîsanê de dest bi qeyidkirina waneya yekemîn kir.

Di vê derbarê de Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Nesrîn Şêx Geyad axivî û got:

Vîrûsa corona li tevahî cîhanê belav bûye û rojane bi deh hezaran welatî pê dikevin û jiyana xwe ji dest didin.

Me jî nexwest xwendekarên me ji xwendinê bê par bimînin, ji bo vê yekê biryar hat girtin ku waneyên xwendekaran bên qeydkirin.

”Ji waneyên ku tên dayîn sûdê bigirin”

Nesrîn diyar ku ku ew û herêma Cizîrê di nava têkiliyan de ne û got:

Me ji waneyên amadehîyê dest bi qeyda waneyan kir, piştî qeydkirina waneyên din em ê radestî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û piştre wê li ser malperên Desteya Perwerdeyê û qanala Rojava bên weşandin.

Bi vê yekê xwendekar karin sûd ji waneyan werbigirin û ji xwendinê dûr nekevin.

Nesrîn dawiyê anî ziman ku di dema qeyidkirina waneyan de hin zehmetî ji bo mamosteyan derdikevin, lê dîsa jî mamoste xwedî astên bilind in, dizanin di kîjan cihî de girîngiya pirsê heye bi giştî şîrove dikin.

Back to top button