Rûsya alîkariyên bijîşkî pêşkêşî hikumeta Şamê kir

Piştî Çînê, Rûsyayê jî ji bo rûbirûbûna vîrûsa Cornayê, alîkariyên bijîşkî şandin ji hikumeta Şamê re.

Di nav de alavên bêhinkişandinê, Rûsya alîkariyên bijîşkî bi riya balafirê şandin ji desteya Tenduristiyê ya hikumeta Şamê re.

Li gorî ragihandina hikumeta Şamê ev qefla yekemîn a alîkariyê ye û wê qefleke din jî di 20’ê vê mehê de bê şandin.

15’ê Nîsanê jî Çînê 2 kertonên alîkariya bijîşkî şandibûn ji Hikumeta Şamê re.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê duh ragihand ku 5 kesên din li Sûriyê bi Coronayê ketin.

Bi vê yekê hejmara kesên ku li Sûriyê bi vîrusê ketine derket 38’an.

Heta niha li herêmên li jêr kontrola hikumeta Şamê, 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 5 jî rehet bûne.

Back to top button