Lîbya..Artêşa Niştimanî êrîşeke Wîfaqê ser bajarê Terhûne şkand

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê êrîşke hikûmeta Wîfqê ku piştgirya xwe ji dewleta Tirk digire şkand. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku wan êrîşeke ya çeteyên hikûmeta Wîfaqê û çeteyên Sûrî yên dewteta Tirk li ser bajarê Terhûne şkand.

Hat ragihandin ku di vê êrîşê de balfirên dewleta Tirk yên bê mirov hatin bikaranîn.

Li gorî agahiyan, di van şeran de serçeteyê Sûrî Ebû Fîras El-Dîmeşqî yê girêdayî koma Hemzat hat kuştin.

Her wiha 25 çete jî hatin girtin.

Back to top button