Li Tirkiyê beşa herî zêde bi vîrûsê bandor bûyî xebatkarên tenduristiyê ne

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê yek ji beşa civakê ya herî zêde bi vîrûsê bandor bûyî xebatkarên tenduristiyê ne. Metirsiya ku li ser girtiyan jî nerehetiya di nava civakê de dide avakirin. Ji bo berdana girtiyên siyasî û biryara qanûna înfazê jî bang têne kirin.

Li Amedê 30 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketine

Li aliyekî din Odeyat Tabîban a Amedê (DTO) rapora têkidarî xizmetkarên tenduristiyê ya Amedê eşkere kir.

Odeyê diyar kir ku li Amedê 30 xebatkar bi vîrûsa corona ketine û karmendekî jiyana xwe ji dest daye.

Herî zêde xebatkarên tenduristiyê bandor bûne

Vîrûs li Bakurê Kurdistanê jî belav dibe.

Jimara xebatkarên tenduristiyê yên ku bi vîrûsê ketine jî zêde dibe.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, li Amedê testa vîrûsê ya hin rayedar û bijîşkên Nexweşxaneya Lêkoîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê, pozîtîf derketiye û ji bo wê jî ew xistine bin çavdêriyê.

Lê belê testa kesên ku bi wan re danûstandin kirine nehat kirin.

Bi awayekî keyfî, girtiyê ku cezayê wî xilas bûye, nayê berdan

Di girtîgehên Bakurê Kurdistanê de dewleta Tirk girtiyên siyasî bi mirinê re rû bi rû hiştine.

Tevî ku tedbîrên paqijiyên yên li dijî vîrûsê nayên girtin jî, girtî ji mafê wan bêpar tên hiştin..

Li gorî agahiyan Girtiyê bi navê Eşref Kaya ku ev 10 sal in bi rengekî nehiqûqî di girtîgeheke Stenbolê de girtiye û tevî ku wezreta Dadê fermana berdanê daye jî, lê qaşo ji ber cezayên disiplînê nayê berdan..

“Ji bo berdana girtiyan divê hikûmet gav bêvêje”

Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Mezopotamya ya Med (MED TUHAD-FED), têkildarî bin pêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ji ber binpêkirinên ku li girtîgehan tên kirin, ji bo wan gelek serlêdan tên kirin.

Her wiha bal hat kişandin ser wê yekê ku li girtîgehan li hemberî vîrûsa corona, tedbîrên paqijiyê nayên girtin.

Di dawiyê daxuyaniyê de, di serî de girtiyên nexweş, banga berdana hemû girtiyan hat kirin.

“Wê ev qanûn weke kabûsekê bikeve nava civakê”

Her wiha li ser qanûna înfazê ya ku 90 hezar girtî sûd jê digrin, lê girtiyên siyasî li derveyî wê tên hiştin, bertek didomin.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Gelan a Mirovî ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, bal kişand ser vê qanûnê û got:

“Hevsengî xera kirin.

Di guhertina 10 xalan de cudakarî heye.

Ji bo van 10 xalan bibin Dadgeha Destûra Bingehîn em ê bi partiyên siyasî re hevdîtin bikin.”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir girêdayî heman qanûnê diyar kir ku derbaskirina qanûna înfazê girîngî nedayîna mafê jiyanê yê mirovan e û got:

“Bi vê zagonê dê xesp, dizî, tecawiza sistematik, îstîsmar, cinayetên ku kiryarên wan ne diyar wek kabûsekê bikeve nav civakê.”

Back to top button