Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê dronek dewleta Tirk xist xwarê

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê droneke dewleta Tirk li başûrê Terablusê xist xwar.

 Pergala parastina asîmanî ya artêşa Niştimanî ya Lîbyayê droneke Tirkiyê ku ji balafirgeha Miêtîqayê ya leşkerî derket, li başûrê Terablusê xist xwarê.

Duh jî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê di nava 24 saetan de li herêmên Benî Welîd û Terhûna ya rojhilatê Terablusê 4 dronên Tirkiyê xistibûn.

Navenda Ragihandinê Artêşa Lîbyayê ragihandin ku pergala parastinê droneke Tirkiyê ku hewl dide li bajarê Terhûnayê êrişê pêk bîne, xist xarê.

Back to top button