Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, cejna Paskalya li gelê Suryan, Asur û Kildan pîroz kir.
Rêveberiya Xweser bi boneya cejna Paskalya ku li gorî rojnameya rojhilat dikeve 19’ê Nîsana 2020’an, peyamek weşand û diyar kir ku “ji ber Coronayê, ev cejin di şertên zehmet de tê pîrozkirin û divê ev cejn her tim were pîrozkirin”.
Rêveberiya Xweser, ev cejn wek nîşaneya resenbûn, adet û kevneşopên gelên vê herêmê, pênase kir.