Şaredariya gel dest bi pakkirina taxa Cimaya kir

Pêngavên pakkirinê li sernserî herêmê dewam dike û duh Şaredariya Gel a Qamişlo dest bi pakkirina taxa Cimayê ya Qamişlo kir.

Şaredariyê, li ser banga şêniyan û di çarçoveya tedbîrên li dijî Vîrûsa Coronayê de, dest bi barkirina bermahiyên sewalên li Xanên taxê kir.

Piştî barkirina bermahiyan, tîmên pakkirinê kolanên taxê pak kirin.

Şaredariyê her wiha, dest bi pakkirina rêya sereke ya taxa Cûdî û taxa Cimaya jî kir.

Kampên Newroz û Rojava tên pakkirin

Di heman çarçoveyç de, duh Şaredariya Gel a Dêrikê jî dest bi qonaxa sêyemîn a pêngava pakkirinê kir.

Piştî ku sazî, navend, tax, bazarên navendî û gerac hatin pakkirin, şaredariyê dest bi pakkirina kampên Newroz û Rojava yên li herêmê jî kirin.

Back to top button