Çeteyan, 3 sivîl ji gundê Dêr Belût ê Cindirêsê revand.

Li Efrînê weke her car çeteyên dewleta Tirk, kirinên xwe yên dermirovî betal nakin û herî dawî 3 sivîl ji gundê Dêr Belût ê Cindirêsê revand. 

Malpera Çalakvanên Efrînê, ragihand ku çeteyan sivîlê bi navê Mihemed Ehmed Henan, Mihemed Menan Silêman û Xelîl Hesen Hebeş ji gundê Dêr Belûtê yê navçeya Cindirêsê revandin.

Çeteyan, êrîşî hunermendekî gelêrî kir û revandin

Malpera Afrîn Post jî diyar kir ku “çeteyên ‘Sultan Silêman Şah’ êrîşî hunermendê gelerî Se’îd Hisên Mîro li gundê Qermtliqê yê Şiyê kir.

Çeteyan, bi bihaneya ku Se’îd 2 jin li dîrektorê bi xwe re siwar kiriye û li gorî wan ev yek gunehek e, ew êşkence kirin û revandin.

Çete, erdên şêniyên Efrînê li malbatên xwe belav dikin

Heman malperê anî ziman ku “çeteyên Feyleq Elrehman erd û milkên şêniyên gundê Qîbarê, li malbatên çeteyên xwe belav dikin”.

Li gorî malperê, çete ji bo her malbateke xwe, 400 mitr çargoşe erd didin.

Back to top button