NY: Eger Afrîka bû navendeke sereke, wê 3.3 milyon kes bimirin

NY hişyarî da, ku “eger vîrûsa Corona berê xwe bi temamî da parzemîna Afrîkayê û bû navendeke sereke, wê nêzî 3 milyon kes jiyana xwe ji dest bidin. Li ser vê jî, banga veqtandina 100 milyar dolar ji welatên Afrîkayê re hate kirin. Li Amerîka jî û tevî rojane bîlançoyên mezin têne tomarkirin, xwepêşandan li dijî tedbîrên Coronayê hatin lidarxistin.

“Eger parzemîna esmer bû navenda belavbûna Coronayê, wê 3 milyon kes jiyana xwe ji dest bidin”.

Ev bîlançoya tirsnak, di raporeke Komîteya Aborî ya NY de, hat texmînkirin.

Li gorî Komîteya NY, dewletên Afrîkayê heya niha ti rêkar û tedbîrên pêwîst ji bo pêşgirtina Coronayê negirtine, ji lew re tê payîn 3 milyon û 300 hezar kes li wê parzemînê bimirin.

Ji bo vê jî, di raporê de bang hate kirin ku “100 milyar dolar ji parêzemîna Afrîkayê re werin veqetandin”.

Li Amerîkaya ku aniha ew bûye navenda Coronayê, xwepêşandan li wîlayeta New Hampshire, California, Texas û Ohio hatin lidarxsitin.

Xwepêşander ji bo tedbîr û qedexeya ku li dijî Coronayê hatine standin, derketibûn û pankartên bi navê “hejarî jî mirovan dikuje” bilind kiribûn.

Di nava 24 saetên dawî de, Amerîka dîsa bîlaçoyeke mezin tomar kir, ku hezar û 891 kesê din jiyana xwe ji dest da.

Back to top button