Hûsî: Bi dehan leşkerên Yemenî hatin kuştin

Hêza Ensarullah a Hûsî ragihand ku, li parêzgehên bakurê Yemenê bi dehan leşkerên artêşa Yemenî, hatin kuştin.

Berdevkê hêzên Hûsî Yehya Serî’, diyar kir ku “hêzên wan hewldaneke pêşketina leşkerên Yemenê, têk bir”.

Li gorî Serî’, jimarek mezin a panzêran hat teqandin û bi dehan kuştî û birîndarên Leşkerên Yemenî çêbûn.

Ji aliyê xwe ve jî, Hevpeymaniya Welatên Ereb li Yemenê, ragihand ku “Hûsiyan mûşeke balistî avêt sivîlên bajarê Me’ribê.

Back to top button