Li Şamê, 2115 kes di navendên çavdêriya tendurstiye de bûn

Wezareta Tendurstiyê ya Hikumeta Şamê ragihand ku, 2 hezar û 115 kes di navendên çavdêriyên tendurstiyê de bûn. 

Li gorî Wezaretê, ji 5’ê Sibatê û heya 18’ê Nîsanê, ev kes di bin çavdêriyê de bûn û niha tenê 217 kes li jêr çavdêriyê mane.

Weke tê zanîn, ji ber şerê heyî û penaberiya bi sedan bijîşk, sektora tenduristî ya li Sûriyê tam hilweşiyaye.

Li Sûrî heya niha, jimara kesên bi vîrusê ketine derket 38’an û 2 kesan jî, jiyana xwe ji dest daye.

Ji bo meha Remezanê jî, hikumeta Şamê ragihand ku “wê nederketina derve ji saet 7 û nîvê êvarî heta 6 sibeha be”.

Back to top button