Hêzên Rejîmê gundewarê Idlibê topbaran kir

Li herêmên agirbesta Putin -Erodgan şer û şandina piştgiriya leşkerî dewam dike.
Dîsa hêzên Hikumeta Şamê, gundewarên Idlibê topbaran kirin û dewleta Tirk jî 70 maşîneyên leşkerî bi riya dergeha Kefer Losîn derbasî Idlibê kirin. 

Agirbesta Putin-Erodgan a li herêmên bi navê ”Kêmşer” 45 roj li pey xwe hiştin.

Lê heta niha berevajî bendên agirbestê, şer û şandina piştgirya leşkerî ji bo van herêman dewam dikin.

Rojane, Idlib tê topbarankirin û ev agirbest tê binpêkirin.

Balafirên şer ên hikumeta Şamê û Rûsyayê, nema li asmanê parêzgeha Idlibê digerin, lê bi mûşekan herêmê topbaran dikin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, duh bi şev, dîsa derdora Fitêra, Kinsefra, Sefohin, El-Bare, Ernebe yên çiyayê Zawiyê hatin topbarankirin.

Di heman demê de, Efes û derdora El-Telhiyê yê gundewarên Rojhilatê Idlibê jî hatin armanckirin.

17’ê mehê jî, hêzên Hikumeta Şamê gundê Ernebe û bajarokê Kinsefra û El-Bare yên Idlibê topbaran kirin.

Tevî şerê heyî, dewleta Tirk a dagirker şandina hêzên xwe bo herêma navborî zêdetir dike.

Dewleta Tirk, 70 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Çavdêriya Sûrî ragihand ku dewleta Tirk duh derdora 70 maşîneyên leşkerî bi rêya dergeha Kefer Losîn derbasî Idlibê kir.

Bi vê yekê jî, ji dema ragihandina agirbesta Putin-Erodgan li Idlibê, bêhtirî 2 hezar û 750 maşîneyên leşkerî yên dewleta Tirk, derbasî herêmê bûne.

Ji 2’ê Nîsanê ve, dewleta Tirk 6 hezar û 155 maşîneyên leşkerî û bêhtirî 10 hezar û 300 leşkerî şandine Idlibê.

Di wextekî de ku cîhan hemû bi vîrûsa Coronayê ve mijûl e, dewleta Tirk, vê yekê weke fersend bi kar tîne.

Back to top button