Siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê: Divê PDK’ê li şûna berjewendiyên partiyetî, yên giştî esas bigire

Her ku diçe bertekên gelên Başûrê Kurdistanê ji bo aloziya Zîne Wertê zêdetir dibin. Siyastemedar, rewşenbîr, parlamenter, hunermend û bi giştî şêniyên Başûrê Kurdistanê li hember aloziya ku PDK’ê li Zîne Wertê derxistiye, dilgiran in. Li gorî peyama hevpara ya gelê Başûrê Kurdistanê, ev alozî, wê tenê ji bo berjewendiyên dewleta Tirk be û wê bibe sedema şerê navxweyî.

Her ku diçe bertekên gel ji bo aloziya Zîne Wertê zêdetir dibin.

Têkildarê mijarê, siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Elî Mehmûd û Kawa Nadir axivîn.

Siyasetmedaran, di peyamên xwe de diyar kir ku “divê PDK berjewendiyên xwe yê partiyatî bide aliyekî û berjewendiyên Kurdistanê esas bigire û nebê lîstika dewleta Tirk”.

Siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê: Divê Mesûd Barzanî li hember aloziya Xîne Wertê bêdeng nemîne

Siyasetmedar Salih Jajaleyî jî di gotareke xwe de, bal kişand ser bêdengiya Mesûd Barzanî û desnîşan kir ku “divê Barzanî li hember aloziya Zîne wertê bêdeng nemîne, ji ber ev bêdengî wê tenê bi kêrî dewleta Tirk bê”.

Karwan Gezneyî jî li ser haman mijarê dibêje; “Erka parlamenteran ew e ku pêşiya şerê navxweyî bigirin.

Şoreş Xidir jî, diyar kir ku “divê niha gel hemû li hemberî komployên dijmin li ser pêyan be û helwestek yekgirtî nîşan bide”.

Dr. Serdar Ezîz jî di nivîseke xwe de, dazanîn ku “divê gel li dijî vê aloziya Wertê derkeve, ji ber ku di şerê navxweyî de, ti alî bi ser nakeve”.

Piştî 112 hunermendan, 15 hunermendên din jî li dijî aloziya Zîne Wertê derketin û bang li aliyan kirin “ku xwe ji alozkirina rewşê bi dûr bixin”.

Şêniyên navçeya Ranyayê: Divê PDK’ê hêza xwe ji Zîne Wertê bikişîne

Çavdêrên Siyasî yên li navçeya Ranyayê jî daxwaz kir ku “hemû hêzên li Zîne Wertê, xwe vekişînin û li navçeyên ji Başûrê Kurdistanê qut bûne, li dijî komên çete bi cih bikin, ne ku li dijî hev şer bikin”.

Back to top button