Mihemed Gomeşînî: Divê hikumeta Iraqê xwedî li penaberên Mexmûrê derkeve

Berdevkê Desteya Mafên Mirovan a Başûrê Kurdistanê Mihemed Gomeşînî bang li hikumeta Iraqê kir ku xwedî li penaberên Mexmûrê derkeve.

Gomeşînî der barê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Wargeha Mexmûrê de, diyar kir ku “Mexmûr dikeve sînorê hikumeta Iraqê, ji lew re divê Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqî, bi mijara êrîşên dewleta Tirk re têkildar be”.

Gomeşînî da zanîn ku parastina penaberên Wargeha Mexmûrê, erkekî hikumeta Iraqê ye û pêwîst e li wan xwedî derkeve.

Li aliyekî din, Serokê Koma Senedî Niştimanî ya parlementoya Iraqê Ehmed Esedî bi twîttekê nerazîbûneke tund li dijî êrîşa dewleta Tirk, nîşan da û bang li Hikumeta Iraqê kir ku “bi rêyên qanûnî, pêşî li êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk bigire”.

Dewleta Tirk a dagirker, 15’ê vê mehê li dijî şêniyên wargeha Mexmûrê, bombe barandin. Di encamê de, 3 jinan jiyana xwe ji dest da.

Back to top button