GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI GELEK BAJARÊN EWROPAYÊ DIDOME

Belê li Ewropa jî li gelek bajaran çalakiyên greva birçîbûnê dewam dike û li hinek bajaran jî çalakî despê dikin.

Kurdistanên li Awûstûryayê , Swîsreyê , Kopenhagenê û Stocholmê çalakiya girava birçîbûnê dest pê kirin.

Her wiha çalakger jî gotin:

“Daxwaza Leyla Guven daxwaza me hemûyan e.”

Li Ewropa jî li gelek bajaran çalakiyên greva birçîbûnê dewam dike û li hinek bajaran jî çalakî despê dikin.

Kurdistanên li Awûstûryayê, Swîsreyê, Kopenhagenê û Stocholmê ji bo şermezar kirina tecrîdê û biştgiriya Leyla Guven çalakiya girava birçîbûnê dest pê kirine.

Li bajarê Grazê yê Awûstûryayê greva birçîbûnê dest pê kir.

Greva birçîbûnê li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk tê û 10 kes tevlî bûne.

Gelek Kurdistanî û dostên wan ên Awûstûryayî serdana çalakgeran kirin.

Hevserokê Meclîsa Gel a NCDK’ê Halîs Sever jî çalakiya Leyla Guven silav kir û got:

“Tecrîdkirina Rêber Ocalan dewama komploya navneteweyî ye.”

Bi heman armancê jî li Stocholmê çalakiya greva biçîbûnê dest pê kiriye.

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaveh serdana çalakvanên di grevê de kir û piştgiriya da çalakvanan.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Swîsreyê ji bo Ocalan hatibû destpêkirin di roja 2’an de dom dike.

Greva birçîbûnê ya li paytexta Danîmarka Kopenhagenê jî di roja xwe ya 3′. de ye .

Çalakgeran bang li CPT û saziyên din ên navneteweyî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Bern ê Swîsreyê jî di roja 3. de ye.

Çalakgerên di girava birçînûnê de ji ajansa ANF’ê re axivîn û gotin:

“Ji bo piştgiriyê bidim çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê, ez li vir im. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me hemûyan e.”

Li Berlînê jî bi heman armancê meşek girseyî hat lidarxistin.

Di meşê de piştgiriyek mezin ji bo çalakvanên greva birçîbûnê hate kirin.

Leave a Reply

Back to top button