Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo debarê sûcên Tirkiyê û çeteyên wê de aixvî.
Sebrî Nebo diyar kir ku dewleta Tirk sûdê ji mijûlbûna cîhanê ya bi têkoşîna li dijî vîrûsa Coronayê werdigire û dagirkeriya xwe berfereh dike.
Nebo bîr xist ku Tirkiyê agirbestê û hemû bangên Neteweyên Yekbûyî yên agirbesta binpê dike.
Sebrî Nebo dest nîşan kir ku Tirkiyê raste rast sivîlan dike hedef û malên wan jî talan dike.
Nebo îşaret bi xeteriya vîrûsa Corona jî kir û diyar kir ku Tirkiyê kesên bi Corona ketine dişîne Girê Spî û Serê Kaniyê.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo civaka navdewletî ji sûcên Tirkiyê li herêmê weke berpirsyar dest nîşan kir û ev bang kir:
Ez bang li civaka navdewletî û “Rûsya ya garantor” dikim ku zextê li Tirkiyê bikin, da ku sûc û dagirkeriya xwe li herêmê bi dawî bike.