Hevserokên HDP’ê banga rakirina ambargoya li ser Mexmûrê kir

Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê bi nameyekê bang li serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir da ku ambargoya li ser wargeha Penaberan a Mexmûrê rake.

HDP’ê diyar kir ku bi derketine vîrûsa Coronayê re metirsiyek mezin li ser xelkê Mexmûrê çêbûye ji bo vê jî bang li Barzanî kir da ku mafê jiyanî yê penaberên Mexmûrê were mîsoger kirin.

Ambargoya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê 277 roj li pey xwe hişt.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi nameyekê bang li serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin ku ambargoy bi dawî bikin.

Di nameyê de hat diyarkkirin ku dewleta Tirk dixwaze nakokî û tevliheviyekê li başûrê Kurdistanê derxe û ambargoya mezin hiştiye ku Mexmûr bi xeteriyan re rûbirû bimîne.

Ev yek jî di wextekî de tê ku dewleta Tirk mijûlbûna cîhanê bi vîrûsa Coronayê re weke firsend bikar tîne.

Mihemed Gomeşînî: Divê hikumeta Iraqê xwedî li wargehê derkeve

Her wiha Berdevkê Desteya Mafên Mirovan a Başûrê Kurdistanê Mihemed Gomeşînî jî bang li hikumeta Iraqê kir ku xwedî li penaberên Mexmûrê derkeve.

Gomeşînî got:

Mexmûr dikeve sînorê hikumeta Iraqê, ji lew re divê Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqî, bi mijara êrîşên dewleta Tirk re têkildar be, ji ber ku ev erka wê ye.

Li aliyekî din, Serokê Koma Senedî Niştimanî ya parlementoya Iraqê Ehmed Esedî bi twîttekê nerazîbûneke tund li dijî êrîşa dewleta Tirk, nîşan da û bang li Hikumeta Iraqê kir ku “bi rêyên qanûnî, pêşî li êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk bigire”.

Dewleta Tirk a dagirker, 15’ê vê mehê li dijî şêniyên wargeha Mexmûrê, bombe barandin.

Di encamê de, 3 jinan jiyana xwe ji dest da.

Back to top button