“Ji bo rewşa girtîgehan bê dîtin zexta raya giştî şert e”

Melîha Kayaci ya ji girtîgeha Şakranê hat berdan ev tişt got: girtiyên nexweş, zarok, kal û pîr hene.
“Alavên paqijî û devpûşk ne-hatine dayîn. Ji bo rewşa girtîgehan bê-nîşandan divê zexta raya giştî hebe.”

Melîha Kayaci hefteya borî ji girtîgeha Şakranê ji ber cezayê wê qedya hat berdan.

Melîha derbarê pêvajoya vîrusê ya li girtîgehê nirxandin kir û got:

Beriya vîrusê ji ber rewş û şopandina nexweşan bi rêk û pêk ne-dihat kirin pisgirêk giran bûbû.

Piştî pandemî çûwîna nexweşxaneyan hat birîn. Digotin biçin wê 14 rojan di karantînayê de bimînin.

Tedbîrên cidî tunebûn. Hefteyê carê 250 gram madeya paqijiyê didan. Bi 250 gram mirov nikare li dijî vîrusê têbikoşe.

Melîha destnîşan kir ku li girtîgeha Şakranê, girtiyên nû kiribûn koxuşa karantînayê û wiha domand:

Dema kirin odeya karantînayê hişyariyek ne-hat kirin. Peyda-kirina devpûşkan bi pereyan bû û yên ne baş bûn.

Ji ber koronayê gelek malbat li malê man. Ji ber vê jî şandina pereyan zehmet bû. Bihayên karantînan jî gelek zêde bûn.

Ji jinên bi zarok bigirin, heta jinên di ser temenê 60’î de girtî hene. Ev di bin xeterê de ne.

Melîha destnîşan kir ku girtiya bi navê Selma Altan ya 71 salî ji çîmên xwe nerehete û nikare hewcedariyên xwe bi cih bîne, di vî temenî de hewcedariya gopal a girtiyan peyda nakin.

Fatma Ozbay nexweşa pençeşêrê ye. Pêsîrek wê hatiye girtin.

Dermankirina wê jî ji ber koronayê hat taloqkirin.

Hevalên me yên nexweş ku 20-25 sale girtî ne hene. Ew jî di bin rîskê de ne. Hevdîtin hatine ra-kirin.

Melîha balkişand ser qanûna înfaza ceza û weha bi dawî kir:

Bi vê qanûnê re wê şîdet û îstîsmar zêde bibe. Serkêşên mafyayê hatin berdan.

Ji bo tabloya rast a girtîgehan bê nîşandan divê zexta raya giştî hebe.

Back to top button