BERTEK Û NERAZÎBÛNÊ LI DIJÎ TECRÎDA LI SER RÊBER OCALAN ZÊDE DIBIN

Ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez tecrîda giran li Îmraliyê nirxandin û got;

Em dikarin tecrîdê bi pêvajoya komploya navneteweyî ve girê bidin.

Her wiha Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir ku Birêz Ocalan çi dema biaxive, dengê wî yê ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bilind dibe.

Li Kurdistan, Tirkiye û li gelemperiya Rojhilata Navîn şer û qeyranên dijwar hene.

Di rewşeke wiha de çavê her kesî li Îmraliyê li ser Ocalan e ku ji bo rizgariya ji vê rewşê tiştekî bibêje.

Ji Parêzerên Rêber Ocalan Îbrahîm Bîlmez têkildarê rewşa giran li Îmraliyê nirxandin kir.

Îbrahîm Bîlmez diyar kir, tecrîdkirina Rêber Ocalan bandorê li tevahiya gelên Kurdistanê û Tirkiyê dike û got;

Mirov dikare vê tecrîdê bi pêvajoya komploya navneteweyî ve girêbide.

BÎLMEZ: DMME XIZMETA PERGALA KAPÎTALÎST DIKE

Bîlmez di nava axaftina xwe de biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bibîrxist û ev tişt anî ziman;

Her çiqas ev sazî weke ku saziyên parastina mafên mirovan derketibin holê jî niha bûye saziyên parastina pergala kapîtalîst û hiqûqa vê pergalê temsîl dikin.

BÎLMEZ: JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ DIVÊ CPT’Ê BI ERKÊ XWE RABE

Bîlmez destnîşan kir ku di vê serdemê de saziya tenê bikare biçe Îmraliyê CPT’ê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir;

Li Tirkiyê bi awayekî derqanûnî hemû hevdîtinên malbat û parêzeran bi hincetên bêbingeh tên astengkirin.

OZTURK: ÇI DIBE BILA BIBE, EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN

Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk jî tecrîda li ser Rêber Ocalan wek tecrîda li dijî hiqûqa navneteweyî bi nav kir û got,

Çi dibe bila bibe, bi tu awayî tecrîd nayê qebûl kirin.

Berdan Ozturk behsa girîngiya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê kir û wiha anî ziman:

Ji bo pêvajoya şer bi dawî bibe Birêz Leyla dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Daxwazên Guvenê daxwzên me ne jî.

Çalakiya Guvenê da destpêkirin, çalakiyeke wijdanî ye û divê hemû beşên civakê yên xwedî wijdan xwedi li vê çalakiyê derbikevin.

Leave a Reply

Back to top button