Zînî Wertê..Hêzên PDK’ê cihê xwe sabît dike û li rewandizê jî hêzaê bi cih dike

PDK’ê hêzên li Zînî Wertê zêde dike û cihên wan qayîm dike. Li navçeya Rewandizê jî hêzên Zêrevaniyê bi cih dike. Tevî vê tevgerê, balafirê keşfê yên Tirkiyê ji ser asîmanê herêmê nayên xwar. Îro jî dagirkeriya dewleta Tirk herêma Bradostê topbaran kir û gelek heywan telef bûn.

Li Başûrê Kurdistanê, aloziya PDK’ê li herêma Zînê Wertê derxistî berdewam dike.

Gundiyên herêmê diyar kirin hêzên li Zînî Wertê her diçe zêdetir cihê xwe sabît dikin û gelek wesayîtên tijî pirîket û çîmento ji bo herêmê hatine veguhestin.

Şêniyên gundê Dola Şawrê û Wertê jî diyar kirin ku wan çend kesên bi Tirkî axivin û cîhazê sîxûriyê bi wan re di nava pêşmergeyan de dîtine.

Şêniyên herêmê dibêjin, ew bi fikarin ku ew kes endamên MÎT’ê ya dewleta Tirk a dagirker bin.

Balafirên keşfê jî tevgera xwe li ser asîmanê herêmê bê navber didomîne.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, PDK’ê li navçeya Rewandiz a se bi navçeya Soran ve hêzên Zêrevaniyê zêde dike.

Ji xwe beriya niha PDK’ê hêzên xwe li herêma Soran zêde kir û tê gotin ku pêşmergeyên Roj li wir bi cihkirine.

Tirkiyê gundê Daylan topbaran kir, gelek heywan telef bûn

Îro jî dewleta Tirk a dagirker li gundê Daylan ê herêma Bradostê heywanên gundiyan topbaran kirin û di êrîşê de gelek heywan telef bûn.

Back to top button