Hikumeta Şamê: Kesekî din bi vîrûsa Coronayê mir

Hikumeta Şamê ragihand ku kesekî din li welêt bi vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê diyar kir ku hejmara giştî ya kesên bi vîrûsa Coronayê li Sûriyê ketine bû 39 kes.

Wezaretê tekez kir ku kesekî din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da û bi vê yekê hejmara kesên ku heta niha li Sûriyê jiyana xwe ji dest dane bûn 3 kes.

Ji nava kesên ku bi vîrûsê ketine jî heta ji 5 kes rehet bûne.

Back to top button