Corona..Li Tirkiyeyê jmara miriyan bû 2017

Vîrûsa Corona ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê belav bûye, bandora xwe didomîne û herî dawî 127 kesên din bi vîrûsê mirin.

Wezareta Tenduristiyê ya dewleta Tirk ragihand ku piştî 127 rewşên mirinê yên nû hatin tomarkirin, hejmara giştî ya kesên ku li Tirkiyê heta niha bi vîrûsê mirine gihşte 2017an.

Her wiha hejmara kesên ku bi vîrûsê ketine jî gihaşte 86 hezar û 306an.

Ku tenê îro nêzî 4 hezar rewşên nû hatin tomarkirin.

Li Tirkiyê ku bi hezaran kes bi vîrûsê ketine, girtiyên siyasî ji mirinê re hatine hiştin.

Ji ber ku vîrûs êdî derbasî girtîgehan jî bûye, malbatên girtiyan banga berdana zarokên xwe dikin.

Back to top button