Li Başûrê Kurdistanê ti rewşên nû nehatin tomarkirin

Li Başûrê Kurdistanê di 48 saetên dawî de ti rewşên pêketina bi vîrûsa Coronayê nehatin tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê têkildarî rewşa dawî ya vîrûsa Coronayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Herêma Başûrê Kurdistanê heta niha bi giştî 337 kes bi vîrusê ketine.

Ji wan 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, 267 kes baş bûne û yên din di bin çavdêriyê de ne.

Back to top button