Li Iraqê di nava 24 saetan de 26 kes bi vîrûsa Coronayê ketine û 56 kes jî baş bûne.
Di saetên êvarê de Wezareta Tendirûstî ya Iraqê bi daxuyaniyekê daneyên dawî yên têkildarî virûsa Coronayê, ragihand.
Li gor daxuyaniya wezaretê, di 24 saetên dawî de li Iraqê 26 kes bi virûsê ketine û 56 kes ji nexweşiya vîrûsê rehet bûne.
Heya niha li Iraqê zêdeyî hezar û 500 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 82 kes mirine û hezar û 9 jî baş bûne.