“PCR” ket piratîkê û encam jî…

Desteya Tenduristiyê ji bo Ronahî TV ragihand ku cîhazê PCR ketiye piratîkê û weke destpêk 10 rewş hatine testkirin..

Her wiha da zanîn ku pêwîstî bi dirêjkirina dema nederketina derve heye.

Hevserokê Desteya Tendurisitiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr. Ciwan Mistefa ji Ronahî TV re diyar kir ku roja yekşemê 19 – 04 – 2020 cîhazê PCR yê ji bo vedîtina Vîrûsa Coronayê ket piratîkê û 10 rewş test kirin, lê hemû jî “negative” bûn.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku piştî encamên wan “negative” derketin ew kes ji bin çavdêriya tenduristiyê bi serbestî derketin..

Dema nederketina derve wê dirêj bibe

Li aliyekî dinê jî bi nêzîkbûna 21 Nîsanê ango roja dawî ya biryara nederketina derve, Hevserokê Desteya Tendurstiyê got “Mijara dirêjkirina biryarê di nîqaşê de ye. Lê belê ji ber bilindbûna rêjeya belavbûna Vîrûsê û bi taybet li Sûriyê, pêwîstî bi wê yekê heye ku ev dem careke din dirêj bibe.”

Back to top button