Ehmed Mismarî: Dewleta Tirk xwe ji êrîşeke nû re amade dike

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê teqez kir ku dewleta Tirk aloziya Coronayê keysbaz dike û amadekariyên leşkerî dike da êrîşî bajarê Terhûnayê bike. Parlamena Welatên Ereb jî bang li NY ku bilez pêşî li herikîna çekan bigire û cezayan li Tirkiyê bibire. 

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî di kongreyeke çapemeniyê de, teqez kir ku dewleta Tirk amadekariyên leşkerî dike da êrîşî bajarê Terhûnayê bike.

Mismarî da zanîn ku piştî êrîşa dewleta Tirk li ser Sebratayê, êdî xwe ji beşê duyemîn ê vê planê re hazir dike, ew jî êrîşa li ser vî bajarî ye.

Tirkiye alzoiya Corona û agirbesta ku hatibû ragihandin keysbaz kirin û leşker, çete û maşîneyên leşkerî veguhestin Terablus, Misrata û Ziwarayê da çalakiyên terorîst pêk bîne.

Li ser erdê, Artêşa Lîbî bi pêş dikeve û Şemiyê gelek deverên nû li başûrê paytextê bi dest xistin.

Fermandariya leşkerî ya Eyn Zarayê jî teqez kir ku “operasyonên li eniya başûrê Terablusê ber bi dawiyê ve diçin û jimareke mezin a çeteyên Sûrî dîl hatine girtin, di nav de fermandarine meydanî ku mil bi mil li gel Nusrayê şer dikirin”.

Parlamena welatên Ereb ji bo cezakirina Tirkiyê, bang li “NY” kir

Ji aliyê xwe ve jî, parlamena welatên Ereb ji Tirkiyê xwest ku rêzê ji serweriya Lîbyayê bigire, hew çekan bişîne û pabendî biryarên Konseya Ewlekariyê bibe.

Her wekî parlamenê bang li NY kir ku “bilez ji bo pêşgirtina herikîna çeteyan bikeve tevgerê û mekanzîmeyeke cidî ji bo çavdêrî û cezayan bide destpêkirin.

Back to top button