KNK’ê, ji bo aloziya Zîne Wertê nameyek ji PKK, YNK û PDK’ê re şand

Hevserokên KNK’ê ji bo aloziya Zîne Wertê nameyek vekirî ji pêşengên Kurdan re şand û destnîşan kirin ku “dema mijar hebûn û tunebûna Kurdan be, divê hêzên Kurdistanî nakokiyên xwe bidin aliyekî û bibin yekdeng”. 

Hevserokên KNK’ê Zeyneb Murad û Ehmed Karamûs ji bo aloziya Zîne Wertê, nameyeke vekirî ji Nêçîrvan, Mesrûr û Mesûd Barzanî, her wiha ji Lahor Şêxcengî, Bafel Talabanî, Besê Hozat û Cemîl Bayik re nivîsand.

KNK’ê di nameya xwe de diyar kir ku “berî aloziya Zînî Wertê bibe sedema şerekî navxweyê, divê hêzên Kurdî li hev rûnin”.

KNK: Şerê navxweyî, wê destkeftiyên kurdan bixe xeteriyê

KNK’ê bal kişand ser hewldanên kûrkirina aloziyê, ku “dewleta Tirk her sal li ser van nakokiyan beşeke Başûrê Kurdistanê dagir dike” û got:

“Niha dijminê sereke yê Kurdan dewleta Tirk e û dixwaze hemû destkeftiyên Kurdan têk bibe, ji lew re ev destkeftî di xeteriyê de ne.

Pêwîst e hemû hêzên Kurdistanî vê rastiyê bibînin û li hember dagirkeran helwestê nîşan bidin”.

KNK’ê diyar kir ku “dema hebûn û tunebûna gelê Kurd bikeve metirsiyê, pêwîst e PDK, YNK û PKK berjewendiyên partiyetî û nakokiyên xwe bidin aliyekî, ji ber şerê navxweyî ji bilî dewleta Tirk ti kes sûdê jê nagire”.

KNK: Divê hemû hêzên çûne Zîne Wertê vegerin cihê xwe

KNK’ê di nameya xwe de banga vekişîna hêzan ji Zîne Wertê kir ku vegerin cihê xwe yên berê û propagandayên dijber ên medyayê bidin rawestandin.

KNK: Bibin yekdeng û planên dewleta Tirk têk bibin

KNK’ê her wiha bang li Hikumeta Başûr, PDK, YNK û PKK’ê kir ku “di zûtirîn dem de, dest bi diyalogê bikin û pirsgirêk û nokokiyên xwe çareser bikin, ji ber gel li benda yekîtiyê ye.. bibin yek û planên dijmin têk bibin.”

Back to top button