Çeteyan li şûna malbateke Kurd malbatên xwe bi cih kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê “Sultan Suleyman Şah” (Emşat) li gundê Qermitliq ê navçeya Şiyê, malbateke Kurd ji mal derxist û li şûna wê malbatek çeteyan bi cih kir.

Li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatin bidestxistin,wan çeteyan şêniyê bi navê Fexirî Reşîd, ji mal derxist û malbateke çeteyan li şûnê bi cih kir.

Heman çavkaniyê, diyar kir ku çeteyan sala borî jî malbata Fexirî ji mal derxistibû û di 18’ê Hizêrana 2019’an de, li beramberî 8 hezar dolarî, serçeteyekî ew vegerand mal.

Back to top button