Vîrûsa Corona..Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, jimara qurbanan bû 2017

Li Tikriyê, tevî hemû hewldanên nixumandin û veşartina rewşa heyî jî, dane û bîlançoyên ku rojane derdikevin, rewşa kambax eşkere dikin. Êdî Tirkiye, di jimara pêketiyên vîrûsê de, Çîn û Îran jî derbas kir. 

Ji ber negirtina tedbîrên pêwîst, li Tirkiyê 127 kesên din ji ber vîrûsa Corona mirin û 3 hezar û 977 kes jî nû pêket in.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca duh, ev dane li ser hesabê xwe yê Twitterê par ve kir.

Ji 17’ê Adarê heya 19’ê Nîsanê, ango “di 33 rojan de”, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 hezar û 17 kes bi vîrûsê mirine û 82 hezar û 747 kes jî bi vîrûsê ketine.

Vîrûsa Corona..Li Wanê ji ber xemsariya hikumetê, jimara nexweşan zêde dibe

Ev jimara ku rojane bi awayekî bilez zêde dibe, ji xemsariya hikumetê û negirtina tedbîrên pêwîst tê.

Li Wanê jî, bi heman sedemê, jimara kesên li gundê Ormetaş ê navçeya Elbakê bi vîrûsê ketine, gihîşt 44 kesî.

Back to top button