Li Kerkûkê, 3 êrîşên nêzwext li dijî hêzên hikumeta Iraqî pêk hatin

Li parêzgeha Kerkûkê, çeteyên DAIŞê 3 êrîşên li pey hev li dijî polîsên hikumeta Iraqî pêk anîn. Çeteyan duh li herêma Meryem Beg, êrîşî Lîwaya 16’an a Heşda Şabî û polîsên hikumetê kir. 

Li gorî agahiyên herêmî, çeteyên DAIŞê li çiyayê Xere yê bajarokê Dubizê yê Kerkûkê jî, êrîşî polîsên Iraqî kir û heya derengiya şevê şer li dar bû.

Çeteyan her wiha, li herêma Tirkelan a heman parêzgehê jî, êrîşek bir ser hêzên Iraqî.

Heya niha, der barê van êrîşan de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn, her wiha ti agahî jî der barê ziyanan tune ye.

Li Selahedînê 14 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Operasyonên li dijî çeteyan jî dewam dikin.

Şaneya îstîxbaretê ya Iraqê ragihand ku balafiran li girava Ebdulezîz ya Selahedînê, 3 cihên çeteyên DAIŞ’ê bi temamî têkbirin û 14 çete jî hatine kuştin.

Back to top button