Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê: Hevkariya PDK’ê bi Tirkiyê re, wê ti sûdê nedê

Ji bo aloziya Zîne Wertê, Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê û Platforma Hunermendên Kurdistanê, bang li giştî hêzên siyasî yên Kurdî kir ku “bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin û li gorî berjewendiyên neteweyî tev bigerin”. 

Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê beşdariya PDK’ê ya planên dagirkeriya dewleta Tirk rexne kir û da zanîn ku “ev hevkarî wê ewlehiyê ji PDK’ê re peyda neke û divê nebe sedema şerê navxweyî”.

Platforma Hunermendên Kurdistanê: Divê partiyên Kurdî bi rêya diyalogê pirsgirêkan çarser bikin

Platforma Hunermendên Kurdistanê jî der barê rageşî û aloziya ku li herêmê rû daye, daxuyaniyek da û bang li PKK, PDK, YNK û tevahî partiyên Kurdistanî kir ku “li ser bingeha berjewendiyên neteweyî tev bigerin û pirsgirêkên heyî bi diyalog û danûstandinê çareser bikin”.

Şêniyên Zêne Wertê, daxwaza vekişînê ji PDK’ê kir

Li aliyekî din jî, şêniyên Zîne Wertê bixwe ji PDK’ê xwest ku “xwe ji herêmê vekişînin, da bi aramî bijîn û aloziya ku rû daye, kûrtir nebe”.

Back to top button