HRW: Hêzên Burkîna Faso 31 sivîl kuştine, divê hesab bê xwestin

Rêxistina Human Rights Watch -HRW, hêzên ewlekariyê yên Burkîna Faso bi kuştina 31 sivîlî tawanbar kir. 

Rêvberiya Rojavayê Afrîkayê ya HRW’ê, diyar kir ku “hêzên ewlekariyê yên Burkîna Faso, ev kes di operasyoneke dijî-teror de kuştine û ev yek jî sûcekî şer e.

Hate ragihandin, ev kuştina meydanî di 9ê Nîsanê li bajarê Djibo yê li bakurê welêt de çêbûye.

Rêxistina HRW ji rayedaran xwest ku “tavilê der barê komkujiyê de dest bi lêpirsînekê bikin û hesab ji berpirsan were bixwazin”.

Back to top button