Li Efganistanê, zêdeyî 30 kes di êrîşên Talîbanê de hatin kuştin

Li gelek eyaletên Efganistanê, di êrişên Talîbanê de herî kêm 23 leşker û polîs û 9 sivîl mirin.

Li gorî rayedarên eyaleta Taharê ya li bakurê welêt, Talîbanê şeva Yekşemê êrişî baregeheke leşkerî kirin.

Berdevkê polîsên eyaletê diyar kir, di êrişê de 2 polîs û 16 leşker mirin, 3 jî birîndar bûn.

Berdevkê walîtiya eyaletê jî êriş piştrast kir û ragihand ku 19 kes mirine.

Rayedarên xwecihî diyar kirin ku li eyaleta Belh a bakur di êrişa Talîbanan de 9 sivîl mirine û 6 jî birîndar bûne.

Li gorî polîsên herêmî, Talîban ji bo pereyan ji van kesan bigirin timî ew aciz dikirin û ji ber ku li ber xwe dan ew kuştin.

Li eyaleta Ûrûz-ganê ya li başûrê welêt jî, di şeva Yekşem-Duşemê de Talîbanê êriş kir, 5 polîs kuştin û 3 jî birîndar kirin.

Tevî bangên agirbestê û pêvajoya pevguhertina girtiyan jî êrişên Talîbanê yên li dijî hêzên Efgan li tevahiya welêt zêde bûn.

Back to top button