Li esîmanê beravên Sûriyê balafireke Rûsyayê rastî yeke Amerîkayê hat

Li asîmanên Deryaya Spî li beravên Sûriyê, balafireke Rûsyayê rastî balafirek Amerîkayê hat.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku balafireke şer a Rûsyayê ji baregeha Himêmîm derket da ku hedefekî hewayî ku ber bi hedefên Rûsyayê li Sûriyê ve dihat destnîşan bike.

Wezaretê diyar kir ku hat xuyakirin ku ew hedef balafireke Amerîkayê bû.

Wezaretê tekez kir ku pîlotê balefira Rûsyayê piştî nêzî hedef bû, hejmara gerê û girêdanên wê diyar kirin.

Lê piştî ku balafira Amerîkayê riya xwe ya ber bi baregeha leşkerî ya Rûsyayê ve guhert, balafira Rûsyayê vegeriya baregeha xwe.

Hêzên deriyayî yên Amerîkayê jî têkildarî mijarê da xuyakirin ku 2 balafirên Rûsyayê rê li ber balafireke wan li esîmanê deryaya Spî girt.

Back to top button