JOSEPH DUNFORD: EM LI SER DERKETINA JI SÛRIYÊ NEFIKIRÎNE

Generalê Emerîkî Joseph Dunford diyar kir ku mabûna wan di Sûriyê de dirêj e û got,

Hêzên QSD’ê xurtirîn rêxstina ku terorîst têk birine.

Rojnameya Washington Post hevpeyvînek bi general û serokê artêşê yê hevbeş a Emerîka Joseph Dunford kir.

Joseph Dunford hebûna hêzên wan di Sûriyê de spart aramiya herêmê û têkbirina DAIŞ’ê û got, “Em li ser derketina xwe nefikirîne”.

QSD’Ê XURTIRÎN RÊXSTINA TERORÎST DI ROJHILATA NAVÎN DE TÊK BIR

Dunford destnîşan kir ku ji bo peydakirina aramiyê hê jî rêya li pêşiya me dirêj e û ji ber xebatên dîpolmasî dewam dikin, derketina me ne xuya ye.

General û serokê artêşê yê hevbeş a Emerîka Joseph Dunford destnîşan kir, divê 35 heta 40 hezar leşkerên hêzên herêmî werin perwerdekirin, da ku bikaribin aramiya herêmê peyda bikin û got,

Hevkarên me QSD’ê di Sûriyê de destkeftiyeke mezin li dijî DAIŞ’ê pêk anîn û ev yek tiştekî giranbuha ye.

QSD’ê hêza tekane ye ku karîbû DAIŞ’ê xurtirîn rêxistina terorsît li Rojhilata Navîn têk bibe.

Leave a Reply

Back to top button