”Divê yekîneyên koordinasyona lezgîn bên avakirin”

Jinan li Bakurê Kurdistanê diyar kirin ku ji ber qanûna înfazê wê tundî zêde bibe û dibêjin: “Dewletê jî tu tedbîr negirtiye, divê demildest yekîneyên koordînasyona lezgîn bên vakirin û plansaziya piştevaniyê bê kirin.

Piştî ku 3’emîn qanûna Darazê di meclisê re derbas bû û hat erêkirin, gelek girtiyên Edlî hatin berdan lê girtiyên siyasî ne di nav de bûn.

Bi vê qanûnê re gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine jî tên berdan û li ser vê bertek jî didomin.

Jinan jî bertek nîşanî vê yekê dan û anîn ziman ku wê pêşnûmeya efûyê ya êrîşên zyanedî ji nûve bê rojevê.

Ji Komîsyona Jina a ÎHD’ê Cemîle Kara-kaya diyar kir ku jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve rastî tundiyê tên û kesên tundiyê dikin jî tên berdan û got:

Gumanbar wê vegerin malên xwe û tundî jî wê qat bi qat zêde bibe.

Divê dîsa jin bikevin piştevaniyê û li dijî tundiya mêr û daraza mêr têbikoşin.

Ji Tora Piştevaniya Jinan Gîzem Coşkun jî destnîşan kir ku di çarçoveya qanûna darazê de kesên li dijî jinan sûc kirine tên berdan û ev titş anî ziman:

Hişyariya jinan jî li ber çavan nayê girtin, jin ji ber vê qanûna Înfazê bifikarin.

Sekretera Hejmar 2 a Egîtîm Senê, Zelîha anî ziman ku qanûna înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ye û got:

Gumanbarên li dijî jin û zarokan sûc kirine wê binpêkirina mafan jî zêde bikin, jin jî wê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.

Hevseroka Şaxa Komeleya Elewiyan a Demokratîk ya Îzmîrê Nebahat Çelîk jî got:

Erêkirina qanûna îstîsmara zayendî wê pêşiya êrîşa zayendî ya li dijî zarokan vebike.

Divê hemû jin bibin yek, têbikoşin û demildest yekîneyên koordinasyona lezgîn bên avakirin.

Back to top button