Li Hesekê nexweşxaneya bi navê “Covid 19” hat vekirin

Li Hesekê ji bo pêşwaziya nexweşên vîrûsa Coronayê, Heyva Sor a Kurd û bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê nexweşxaneya bi nav “Covid 19” vekirin.

Nûçegihanê me ji Hesekê ragihand ku Heyva Sor a Kurd bi derfetên xwe û bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê nexweşxaneya bi nav “Covid 19” vekiriye.

Li gorî ku nûçegihanê me daye zanîn, ev nexxweşxane dikare 120 nexweşan pêşwazî bike.

Di heman çarçoveyê de Hevserokê Heyva Sor a Kurd Şêrwan Berî ji Ronahî TV re got ku, “ev nexweşxane ji bo hemû nexweşxane deriyên xwe ji bo Corona veneke û nexweşî belav nebe hatiye vekirin”

Li gorî Berî dibêje “Ev nexweşxane bi derfetên wan û alîkariya Heyva Sor a Kurdistanê hetiye vekirin û ji bo perwerdekirina endamên wan alîkarî ji “Bijîşkên Sînornenas” û rêxistina “UPP” xwestine û ew jî niha endaman perwerde dikin.”

Back to top button