HPG: Li Lêlîkanê 6 lêşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Gerilayên HPG û YJA Starê li herêma Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin û di encamê de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê çalakirê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da.

Hêzên HPG 19’ê Nîsanê, li Girê Lêlîkanê li dijî artêşa Tirk li ser çalakiyek li dar xistin.

Di encamê de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

HPG’ê îşaret bi êrîşên hewayî jî kir û ev agahî da:

17’ê Nîsanê de balafirên şer derdora gundê Dêrikê yê li qada Meyroke ya herêma Garê û qada Mamreşo ya herêma Avaşînê bombebaran kir.

Îro jî balafirên şer bombe li Girê Zer-gelê û derdora gundê Bê-palan ê herêma Qendîlê barandin.

HPG’ê diyar kir ku di van êrîşan de tiştek bi hêzên wan nehatiye.

Back to top button