AHMET TURK BÛ BERNAMZETÊ ŞAREDARIYA MEZIN Ê MÊRDÎNÊ

Xebatên hilbijartina herêmî li Tirkiyê û herêmên Bakurê Kurdistanê dewam dikin.

Siyasetmedarê kurd û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê careke din bû bernamzet.

Ahmet Turk belgeyên xwe yên serlêdanê teslîmî komîsyonê kir û piştre ji ajansa Mezopotamya re axivî.

Turk anî ziman ku namzetiya dawî teqez wê partiya wan diyar bike û got:

“Di vê serdema ku vîna gel hatiye desteserkirin, divê li dijî vê desteserkirinê em bi hemû hêza xwe têbikoşin.

Divê em li dijî hêzên ku vîna gel xesp kiriye hêza yekîtiya demokratik ava bikin”.

Turk, piştî serlêdanê serdana parlamenterên HDP’ê yên di grevê ne kir.

Serokê şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm li cihê wî hatibû bicihkirin, 16’ê Mijdara 2016’an de ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ji erkê xwe hatibû girtin.

Leave a Reply

Back to top button