Tirkiyê di jimara pêketiyên vîrûsê de Çîn û Îran derbas kir

Li Tikriyê, tevî hemû hewldanên nixumandin û veşartina rewşa heyî jî, dane û bîlançoyên ku rojane derdikevin, rastiya heyî eşkere dikin.

Êdî Tirkiye, di jimara pêketiyên vîrûsê de, Çîn û Îran jî derbas kir. Her wiha Encamên xirab ên qanûna îfazê ku gelek kujer hatin berdan derdikevin holê.

Li Îzmîrê bijîşkekî jiyana xwe ji dest da

Di şerê li dijî vîrûsê de bijîşk û xebatkarên tenduristiyê di rêza yekemîn de ne.

Ji bo wê jî yên herî zêde jê bandor bûne jî ew in.

Li Îzmirê bijîşk bi navê Nurî Îdîz, ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da.

Li Îzmîrê bi sedan xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketine

Odeya Bijîşkan a Îzmîrê jî jimara xebatkarên tenduristiyê yên li bajêr bi vîrûsê ketine diyar kir.

Odeyê ragihand ku testa 357 xebatkarên tenduristiyê ya vîrûsê pozîtîf derketiye.

Li Wanê ji ber xemsariya hikumetê, jimara nexweşan zêde dibe

Li Wanê jî, jimara kesên li gundê Ormetaş ê navçeya Elbakê bi vîrûsê ketine, gihîşt 44 kesî.

Li Edeneyê 171 rêwî ketin bin çavdêriyê

Her wiha kesên ku ji derveyî Tirkiyê tên jî dikevin bin çavdêriyê.

171 Kesên ku ji Erebîstana Siudî bi balafirê hatin Edeneyê xistin bin çavdêriyê.

Navenda Lêkolîna Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) jî bi raporekê ragihand ku ji ber vîrûsê 4 endamê wan mirin û testa 378 endaman jî pozîtîf derketiye

Pêwîstiyên paqijiyê nadin girtiyan

Ji ber negirtina tedbîrên pêwîst û bi taybet ên paqijiyê li girtîgehên Tirkiyê metirsiya li ser girtiyan didome.

Xizmên girtî û hikumxwarên li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê dan zanîn ku li girtîgehê li dijî vîrûsê ti tedbîr nehatine girtin û li qawîşên 10 kesî 20 kes dimînin û ji bo paqijiyê tenê ava caman paqij dike dane girtiyan.

Xizmên girtiyan diyar kirin ku gardiyan berevajî daxuyaniya Wezareta Dadê du heftene diçin malên xwe û tên û qawîşan derman nakin.

Hat zanîn ku li Girtîgeha Bucaya Îzmîrê testa girtiyekÎ pozîtîf derketiye û 62 girtî jî ji ber gumana vîrûsê li nexweşxaneyan xistin bin çavdêriyê.

Pervîn Bûldan: Bi vê qanûnê kujer serbest hatin berdan

Bertekên li dijî qanûna înfazê ya cihêkar jî didomin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, got:

“Ev qanun tenê bi biryara AKP-MHP’ê derket.

Bi vê qanunê tacîzkar, tecawizkar û qatîl serbest hatin berdan.”

Ji girtîgehê derket kêr li kesekî da

Encamên xirab ên vê qanûnê jî derdikevin.

Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê, Ramazan Înanç ji ber êşkence li keç û hevjîna xwe kir, hatibû girtin.

Lê piştî AKP’ê ew û hemû kesên weke wî, bi zagona înfazê berdan, Ramazan kêrek li mamê hevjîna xwe xist û ew kuşt.

Bi 2 girtiyên ku hatin berdan re, vîrûs derket

Li navçeya Alanya ya Antalyayê jî, bi 2 girtiyên ku ji Girtîgeha Dalamanê hatin berdan, vîrûs derket.

“Matuhay-der” banga rêdayîna hevdîtina bi ocalan re kir”

Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) bang li Wezareta Edaletê ya Tirk kir ku derfetê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan bide.

Back to top button