Şêniyên Zêne Wertê, daxwaza vekişînê ji PDK’ê kir

Şêniyên Zînî Wertê bixwe ji PDK’ê xwestin ku “xwe ji herêmê vekişînin, da bi aramî bijîn û aloziya ku rû daye, kûrtir nebe”. Platforma Hunermendên Kurdistanê jî, bang li giştî hêzên siyasî yên Kurdî kir ku “bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin û li gorî berjewendiyên neteweyî tev bigerin”.

Li Başûrê Kurdistanê, aloziya PDK’ê li herêma Zînî Wertê derxistî berdewam dike.

Şêniyên Zînî Wertê bixwe ji PDK’ê xwestin ku “xwe ji herêmê vekişînin, da bi aramî bijîn û aloziya ku rû daye, kûrtir nebe”.

Şêniyan ji PDK’ê re gotin:

Em we li vir naxwazin, li vir ji ber hebûna we navçe bûye cihê metirsiyê.

Platforma hunermendên Kurdistanê: Divê partiyên Kurdî bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin

Platforma Hunermendên Kurdistanê jî derbarê aloziya ku li herêmê rû dayî de , daxuyaniyek da û bang li PKK, PDK, YNK û tevahî partiyên Kurdistanî kir ku “li ser bingeha berjewendiyên neteweyî tev bigerin û pirsgirêkên heyî bi danûstandinê çareser bikin”.

Serokê Herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî derbarê heman mijarê de axivî.

Barzanî Corona wek hincet bikar anî û îdîa kir ku şandina hêza pêşmergeyan a ji bo Zînî Wertê demkî ye.

Barzanî li şûna behsa dagirkeriya dewleta Tirk bike got;

“PKK li Herêma Kurdistanê ne hêzek rewa ye û wê li Herêma başûrê Kurdistanê ev firset jî neyê dayîn.”

Li alîkî din Xelkê Binarê Qendîlê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Qendîlê, li dijî şandina hêzê a ji bo Zînî Wertê meşiyan.

Di meşê de alên PKK’ê, wêneyên Rêber Ocalan hatin bilind kirin û bê navber dirûşmeyên ‘Bimre xiyanet’, ‘Bijî yekîtiya gelê Kurd’ hatin qêrîn.

Back to top button