Li dijî vîrûsa Coronayê hemşêrên jin li refên herî pêş in

Li Efrîkayê, di têkoşîna dijî vîrûsa Coronayê de doktor û hemşîreyên jin li refên herî pêş in.

Çapemeniya Efrîkayê anî ziman ku li Ûgandayê hemşîreya bi navê Dorîs 11’ê Nîsanê nexweşek bi kursiya nexweşan bir nexweşxaneyê, ev hewldana Dorîs di çapemeniya de bû rojev.

Di çapemeniyê de hat destnîşankirin, li welatên ku ji aliyê jinan ve tên birêvebirin, têkoşîna li dijî vîrûs koronayê bi rêk û pêk û rêxistinkirî tê meşandin.

Li Esyobyayê jî stratejiya têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê bi pêşengiya jinê re hatiye kirin.

Ji bajarên mezin heta bi gundên biçûk ên herî dûr, ji bo bi nexweşên bi vîrûsa koronayê re eleqedar bibin, 40 hezar jinên li sektora tenduristiyê dixebitin, seferber bûne.

Capîtal FM ku li Kenyayê weşanê dike ragihand, li 13 welatên parzemîna Efrîkayê wezîrên tenduristiyê jin in.

Back to top button