Evîn ûsif: Rojnamegeriya Kurd xwedî dîrokek hêjayî vegotinê ye

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif destnîşan kir ku Rojnameya Kurdistan ji bo pêşxistina çand û zimanê kurdî di dîrokê de xwedî cihekî taybet digire û dibêje: “Rojnamegeriya Kurd xwedî dîrokek hêjayî vegotinê ye.

22’yê Nîsana 1898’an mîr Miqdad Bedirxan li Qahîra paytexta Misirê yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê “Kurdistan” weşand û ji wê demê de li tevahî Kurdistanê ew roj weke Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif Roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir û got:

Bê guman pêşketina xebatên rojnmegeriyê bingeha xwe ji berxwedan û têkoşîna 122 salan digire.

Ev deskeftî jî xwedî dîrokek bi têkoşîn û berxwedan e.

Evîn diyar kir ku bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derfetek zêrîn ji ciwanên kurd re hat peydakirin û wiha dewam kir.

Berî Şoreşa Rojava bi navê ragihandina kurdî pêşketineke zêde tunebû.

Lê dema Şoreşa Rojava dest pê kir, ragihandin li seranserî Rojava ket qonaxeke pir giîrîng.

Radyo, rojname, malper û televizyonan rolek pir girîng ji bo derxistina rastiyê lîstin.

”Hedefgirtina rojnamevanan hedefgirtina civakê ye”

Evîn bal kişand ser hedef-girtina xebatê Rojnamegeriyê û got:

Xebatên çapemeniyê bi taybet Ragihandina Azad ji aliyê hêzên desthilatdar ve tê hedefgirtin, ji ber ku ne li gorî berjewendiyên wan tev digere.

Mînak Şehîd Nûjiyan û Dilîşan ku ji bo derxistian rastiyê canê xwe feda kirin.

Em hedef-girtina deng û rengê heqîqetê şermezar dikin û çiqas êrîş were kirin jî dê dengê heqîqetê were ragihandin.

Evîn Yûsif dawiyê bang li tevahî rojnemegerên Kurdistanê kir ku xebatê rojnemgeriyê hîn zêdetir li pêş bixin û dengê rastiyê ji raya giştî re raghînin.

Back to top button